Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) daxuyandîye ku li gor agahîyên îstixbarata wan Îranê keştîyeka li kendava Ummanê teqandiye û mayinên tê de yên neteqandî kom kirine.
Nûçegihanê Associated Pressê (AP) Philip Crowtherî dîmenên keştiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşandiye.
“Pasdar sûcdar in”
Keştiya ku hatiye teqandin keştiyeka Japonyayê bûye û navê wê Kokuka Courageous bûye. Albayê artêşa Amerîkayê, Bill Urbanî daye zanîn ku ji beriya keştî bê teqandin hêzên wan dîtiye ku keştiyeka Parastvanên Şoreşa Îranê nêzîkî keştîyê bûye.
“Îran sûcdar e”
Rojekê ji beriya vê daxuyanîyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mike Pompeoyî daxuyandiye ku Îranê du keştiyên petrolê teqandine. Pompeoyî gotiye li wê derdorê hêzeka wekîl tune ku bikara operasyoneka ew qasê zehmet pêk bîne.
“Delîlên Amerîkayê nînin”
Wezîrê karên derve yê Îranê, Cevad Zarifî daxuyandiye ku bêyî ku ti delîl di destên Amrîkayê de hebe wê Îran sûcdar kiriye. Wezîrî diyar kiriye ku îdiayên wezîrê Amerîkayê, Pompeoyî “bêbingeh” in.
Çi bûbû?
Li gor daxuyanîya Wezareta Bazirganîyê êrîş li du keştîyên wan hatiye kirin. Televizyona dewletê ya Îranê ragihandibû ku 44 xebatkarên herdu keştîyan bi silametî hatine rizgarkirin.
Ji ber îdiayên êrîşa li keştîyan bihayê petrolê ji sedî 4 zêde bûbû.
(PT/MB)