Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îsraîlê partiyan nekariya bibin hevpeyman û hikûmetê pêk bîne. Li ser vê yekê parlamentoyê biryar daye ku hilbijartineka pêşwext dê bê kirin.
Li parlamentoya Îsraîlê ji bo hilbijartineka pêşwext 45 dengên erê û 74 dengên na hatine dayin. Hilbijartina pêşwext dê 17ê Îlonê bêkirin.
Bixwîne - Netenyahu: Me li Sûriyeyê bi sedan caran li navendên Îranê daye
9ê Nîsanê hilbijartin hatibû kirin. Ji bo partîyek bi serê xwe bikare hikûmetê ava bike divîya ji 120 kursîyan ya kêm 61 kursî bi dest bixistiyan.
Ti partîyan ew qas kursî bi dest nexistiye û partiyan nekariye bi hev re bibin hevpeyman.
Li gor nivîs û nûçeyên rojnameya Haertsê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû dê di hilbijartina pêşwext de bi bin bike.
Bixwîne - Meclîsa Îsraîlê, yasaya ku Îsraîlê dike “Netewedewleta Cihûyan” qebûl kiriye
(PT/MB)
Çavkanîyên nûçeyê: Haaretz, Jerusalem Post, Times of İsrael, AA.