Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtîya Ewropayê li ser pêvajoya pêşketinê ya Tirkiye û heft welatên dî raporek amade kiriye. Li gor raporê Tirkiye bi paş de diçe.
Rapor li ser pêvajoya pêşketinê ya ji 1ê Adara 2018ê heta 1ê Adara 2019ê ye. Nûnera Bilind ya Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehîyê ya Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogherini û endamê Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Johannes Hahn rapora navborî xwendiye.
Hahnî diyar kiriye ku li gor pêşbînîyên wan pêngaveka nû ya mûzekereyên digel Tirkiyeyê dê nebe.
Di raporê de hatiye diyarkirin di Rewşa Awarte de hin qanûn hatine qebûlkirin. Bi qanûnên nû karmendên dewletê(dadger jî tê de) ji karên wan hatine avêtin. Dema girtîbûna welatiyan hatiye dirêjkirin. Mafê seyahetê hatiye astengkirin. Hikûmetê desthilata waliyan zêde kiriye. Bi van guhertinan mafên bingehîn yên welatiyan hatine binpêkirin.
Xwediyên medyayê ne zelal e kî ne. Guman heye ku azadîya edîtoran nebe.
Li gor raporê divê Tirkiye li ser îklîmê dest bi xebatên rêk û pêk bike.
(PT/MB)
Ji bo dîtina hemîya raporê vê dûvelankê bitikîne.