*Fotograf: Dursun Aydemir/ Bruksel/ AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê, ji roja pêncşemê û vir ve hilbijartina Parlamentoya Ewropayê hebû. Hilbijartin duh qediya ye.
Beşdariya li hilbijartinê ji sedî 50.95 bûye ku weke dihat payîn zêde bûye. Ev rêje di dîroka hilbijartinên Parlamentoyê de rêjeya herî bilind bûye.
Kursiyên rastgir û çepgirên navendî ketiye
Li gorî encamên nefermî, cara pêşiyê ye hejmara kursiyên Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ku partiyên rastgir ên navendî endamên wê ne û Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ya partiyên çepgir ên navendî endamên wê ne, li Parlamentoya Ewropayê ketiye.
Hejmara kursiyên EPPyê 178, yên S&Dyê jî 147 e.
Keskan 20 kursî, rastgirên radîkal 21 kursî zêde kiriye
Li Parlamentoyê herî zêde Rêkeftina Lîberal û Demokratên Ji bo Ewropayê (ALDE) dengên xwe zêde kiriye ku hejmara kursiyên wan bûye 108. Dîsa hejmara kursiyên Keskan li gorî dema berê 20 zêde bûye û gihiştiye 70yî. Koma Ewropaya Azadiyan û Netewan a rastgirên radîkal hejmara kursiyên xwe ji 37an derxistiye 58an.
Koma Ewropaya Demokrasiya Rasterast û Azadiyê, hejmara kursiyên xwe 8 zêde kiriye û gihiştiye 56an ku partiyên dijberî YEyê, populîst û rastgirên radîkal endamên vê komê ne.
Koma Çepgirên Hevgirtî yên Ewropayê – Çepgirên Keskan ên Bakûrî 14 kursî winda kirine ku partiyên sosyalîst, jingehparêz û komunîst endamên wê ne. Hejmara kursiyên vê komê daketiye 38ê. (PT/FD)
* Çavkanî: EU Observer, Independent, Euro News, AA