Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor nûçeyeka CNBCyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji ber kirîna fûzeyên S-400 yên Rûsyayê Tirkiye hişyar kiriye.
Amerîka çi dibêje?
DYAyê xwestiye Tirkiye sîstemên fûzeyan û fûzeyên Patriot bikire. Patriot fûzeyên Amerîkayê ne.
Çavkanîya ji CNBCyê re axivî gotiye divê Tirkiye dest ji îmzekirina fûzeyên S-400 yên Rûsyayê berde.
“Heke dest jê bernede, çêdibe; ji bernameya (balafirên) F-35 bê avêtin, 100 balafirên ku dê ji Tirkiyeyê re bihata şandin neyê şandin, NATO cezayî bide Tirkiyeyê.”
Rûsya çi dibêje?
Berdevkê serokdewletiya Rûsyayê, Dmitriy Peskovî diyar kiriye ku ew “hişyarîyan” qebûl nake.
“Ji xwe hevpeymana ji bo S-400an hatiye temamkirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî gelek caran ev yek diyar kiriye.”
Bixwîne - DYA dê parçeyên balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê
Tirkiye çi dibêje?
Wezîrê parastinê, Hulusî Akarî gotiye şirketa Amerîkayê ya bi navê Raytheon teklîfeka ji bo patriotan şandiye û Tirkiye li ser vê yekê difikire.
(PT/MB)