*Fotograf: Arda Küçükkaya/ Kiev/ AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vladimir Zelenskiy, Serokdewletê nû yê Ûkraynayê piştî ku sond xwariye, biryara betalkirina parlamentoyê daye. Zelenskî lîstikvanê rêzefilman e û li hemberî Pyotr Poroşenko, Serokdewletê berê yê Ûkraynayê ji sedî 73.22 deng wergirtibû.
Dema Zelenskiyî sond xwariye di destê wî de orîjînala Destûra Bingehîn a Ûkraynayê û Peresopnitsiya Gospel, yekem wergera Incîla Xristiyanan hebûye ku ev Incîl di Qirnê 16em de hatiye wergerandin.
Zelenskiyî di axavtina xwe de gotiye; “Ev ne serkeftina min tenê ye, ya me hemûyan e” û wiha berdewam kiriye: “Me hemûyan destê xwe danî ser Destûra Bingehîn û ji bo girêdana bi Ûkraynayê me sond xwar. Em hemû Ûkraynayî ne. Divê em bibin yek, lewre em wê gavê bi hêz in”.
Daliqandina fotografên xwe qedexe kiriye
Zelenskiyî her weha qedexe kiriye ku li odeyên karmendan fotografên wî werin daliqandin.
Zelenskiyî di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kiriye ku wî Radaya Bilind ango parlamento betal kiriye. Bi vê encamê re rê li ber hilbijartina pêşwext vebûye. Çavlirê ye ku li Ûkraynayê hilbijartinên pêşwext di 14ê Tîrmehê de pêk bên.
Serokê nû
Vladimir Zelenskiy li rêzefîlmeka bi navê “Xizmetkarê Gelî” roja serokê dewletê lîstiye. Rêzefîlm cara pêşiyê sala 2015ê hatiye weşandin. Di rêzefîlmê de Zelenskiy henekê xwe li sîstema siyasetê kiriye.
(PT/FD)