Fotograf: Mustafa Hassona/ Gazze/ AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Gazeyê roja înê du leşkerên israîlî bi guleyan hatibûn birîndarkirin, piştî wê artêşa Israîlê bombebarana xwe ya li ser vê herêmê zêdetir kiribû.
Piştî êrîşên hewayî yên artêşa Israîlê, ji hêla Gazeyê ber bi Israîlê ve gelek roket hatibûn avêtin.
Artêşa Israîlê avêtina roketan kiribû hincet û roja şemiyê êrîşeke din a hawayî li ser Gazeyê dabû destpêkirin.
23 filistînî û 4 israîlî miribûn
Di encama şer û pevçûnan de herî kêm 23 filistînî û 4 israîlî miribûn. Li gorî nûçeya BBC Worldê zarokekî/e 12 salî û du jinên ducanî yên filistînî jî miri ne.
Her weha roja şemiyê artêşa Israîlê avahiyek bombe kiribû ku ofîsa Ajansa Anadolûyê (AA) jî di nav de bû.
Di encama vê êrîşê de zerar negihiştiye xebatkarên AAyê.
El-Aksa: Agirbest hate ragihandin
مصدر مطلع لقناة الأقصى : التوصل لاتفاق وقف إطلاق النار بين فصائل المقاومة والاحتلال ابتداء من الساعة 4:30ص#غزة_انتصرت pic.twitter.com/BYGPdm7Bz7
— منصور أبو عبيدة (@Mansorryaan) 6 Mayıs 2019
Duh di saetên şevê de El-Aksa, kanala televizyonê ya Hamasê diyar kiriye ku di navbera komên filistînî û dewleta Israîlê de agirbest hatiye ragihandin.
Li gorî vê nûçeyê agirbest li gorî saeta herêmî di 04.30ê destê sibehê de dest pê kiriye.
Ebû Mucaîh el-Brîm, li ser navê Komîteyên Berxwedêr ên Gel ên filistînî aşkere kiriye ku agirbest di encama hewldanên Neteweyên Yekgirtî (NY) û Misrê de hatiye ragihandin. (PT/FD)