Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jorge Rodriguez, Wezîrê Ragihandinê yê Venezuelayê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku “kemeke leşkeran hewl daye derbeyê pêk bînin”.
Rodriguezî bang li venezueliyan kiriye ku li hemberî hewldana derbeyê derkevin. Hatiye diyarkirin ku mixalefetê navê hewldana derbeyê kiriye “Operasyona Azadiyê”.
Li hêla din Leopoldo Lopez, Şaredarê berê yê Caracasê û yek ji serokên mixalifan li ser hesabê xwe yê Twitterê fotograf û vîdeoyek par ve kiriye ku Juan Guaidoyî tevlî leşkeran li baregeha leşkerî ya Caracasê ye. Lopez bi salan li mala xwe girtî mabû û havîna borî hatibû berdan. Guaido jî 24ê Kanûna Paşiyê xwe weke “serokdewletê demkî” nîşan dabû.
CNW: Pevçûn dest pê kirine
Clashes staring between Guaidos forces and Maduros security forces#Venezuela pic.twitter.com/OKqVEdguef
— CNW (@ConflictsW) 30 Nisan 2019
CNW, malpera nûçeyan a herêmî diyar vîdeoyek belav kiriye ku tê de leşkerên alîgiriya Guaidoyî dikin û artêşa Maduroyî şer dikin.
Guaido: Dem ev dem e
En el marco de nuestra constitución. Y por el cese definitivo de la usurpación. https://t.co/3RD2bnQhxt
— Juan Guaidó (@jguaido) 30 Nisan 2019
Juan Guaido, Serokê Meclîsa Netewî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û gotiye, ew ji bo xesbkirina desthilatdariya Nicolas Maduroyî ketiye nava liv û tevgerê û ji artêşa Venezuelayê xwestiye ku piştgiriya wî bikin.
Guaido vîdeoyeke ku ji sê deqîqeyan pêk tê belav kiriye û wiha gotiye: “Dem ev dem e. Em ê Venezuelayê azad bikin”.
Li gorî çapemeniya Venezuelayê ragihandiye, beşek ji artêşê piştgiriya Guaido, beşek jî ya Maduroyî dikin.
Vladimir padrino Lopez, Wezîrê Berevaniyê gotiye, artêş li nik Maduroyî ye.
(PT/FD)
Çavkanî: Reuters, Express