Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê û Kim Jong-un Serokê Koreya Bakur di civîna li Hanoyi ya Vietnamê de, li hev nekirine.
Trumpî Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2018ê di bersiva xwe ya ji bo Kim Jong-unî de gotibû “bişkoka min a nukleerê ji ya te mezintir û bihêztir e”.
Donald Trump piştî civîna bi Jong-unî re bi Mike Pompeo, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê re pirsên rojnamegeran bersivandiye. Trumpî gotiye di gotûbêjan de wan li hev nekiriye.
Trumpî destnîşan kiriye ku Kimî gotiye, ew ê dest ji nukleerê berdin û li hemberî vê gavê jî divê DYA hemû mueyideyên xwe rake. Trumpî wiha berdewam kiriye: “Carna divê hûn rabin û biçin. Ev yek ji wa deman e”.
Li gorî nûçeya Kevin Liptak û Jeremy Diamondê ji CNN Internationalê, Trumpî dixwest di civînê de peymanek were çêkirin û bi vê peymanê re tohmetên ku Michael Cohen, parêzerên wî yên berê lê kirine, bide ji bîr kirin.
Saleke ku moşek nehatibûn ceribandin
Par li Sîngapûrê di navbera her du serokan de civînek çêbûbû û ji wê demê heta niha moşek nehatibûn ceribandin.
Civîna di navbera Trump û Kîmî de roja çarşemê dest pê kiribû û her du serokan peyamên erênî dabûn. Kim ji Washington Postê re gotibû, “Ji bo axavtinê hê zû ye lê ez ne reşbîn im”.
Trumpî jî diyar kiribû ku “pêşketinên mezin bi dest xistine” û gotib3u têkiliya wî bi serokê Koreya Bakur re ‘baş’ e. (PT/FD)