Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê di daxuyaniya xwe de gotiye, "Tirkiye jî nefretê DAIŞê dike, lê ne bi qasî me."
Trump beriya biçe Camp Davida ku mala bêhnevedanê ya serokatiyê, li bexçeyê Mala Spî pirsên rojnamegeran bersivandiye.
Trumpî dubare kiriye ku wan ji bo vekişîna ji Sûriyeyê dem nîşan nedaye û wiha berdewam kiriye: “Tirkiye jî nefretê ji DAIŞê dike, lê ne bi qasî me…”
Trumpî gotiye ku heta têkçûna nediyar a DAIŞê wê yekîneyên DYAyê li Sûriyeyê bin û wiha axivî ye: “Heke ku mimkin bu, Îran ji me bêhtir nefretê ji DAIŞê dike. Rûsya ji me bêhtir nefretê ji DAIŞê dike. Ev welatên ku nefretê ji DAIŞê dikin û dikarin li herêmên xwe beşek ji şerî bimeşînin. Ji ber ku em herêm herêm şer dikin.” (PT/FD)