bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
AA: Artêşa Sûriyeyê gihaye ser axa Minbîcê
Ajansa Anadolûyê ji devê çavkaniyên herêmî daye zanîn ku Artêşa Sûriyeyê bi koordînasyona digek Yekîneyên Parastina Gel(YPG) gihaye ser axa Minbîcê û nehiyeyeka bi navê Arimah kontrol kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ajansa Anadolûyê ji devê çavkaniyên herêmî daye zanîn ku Artêşa Sûriyeyê bi koordînasyona digek Yekîneyên Parastina Gel(YPG) gihaye ser axa Minbîcê û nehiyeyeka bi navê Arimah kontrol kiriye.
Li gor nûçeya ajansê 40 pîqab, du tang û erebeyên barhilgir yên girêdayî desthilata Sûriyeyê çûne wê nahiyeyê.
Civîyane
Hatiye diyarkirin ku artêş digel YPGyê civiyaye û YPGyê rê daye ew derbas bibin.
Nahiyeya navborî li rojavayê Minbîcê ye. Leşkerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) li cihekê di navbera royê Sacuyê û bajarê Minbîcê de bi cih bûye. Amerîkayê diyar kiribû ku leşkerên wê dê ji Sûriyeyê vegerin.
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.