Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Roja Sêşemê êrîşkarekî li Strasbourgê li Meydana Noelê bi çekan li xelkê li meydanê reşandibû, sê kes kuştibûn û 13 kes birîndar kiribûn. Polîsên Fransayê diyar kiriye ku ew êrîşkar kesekê bi navê Cherif Chekatt e û wan ew kuştiye.
Bixwîne - Êrîşkarekî, li Strasbourgê ya kêm sê kes kuştine
Wezîrê karên navxweyî yê Fransayê, Christophe Castanerî diyar kiriye ku sê polîsan kesekê dişibe êrîşkarî tesbît kiriye û wan paşê dest bi operasyonê kiriye.
Şaredarê Strasbourgê Roland Riesî diyar kiriye ku bajar aram e.
Êrîşar mêrekê 29 salî bûye ku ew bi xwe jî ji bajarê Strasbourgê bûye.
(EO/EKN/MB)
Çavkanî: Le Monde, Le Figaro, Le Soir, BBC