Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrîşkarekî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji sê cihan gulle li xelkê reşandine û ya kêm sê kes kuştine 13 kes birîndar kirine. Birîna 8 birîndaran giran e.
Êrîşkarî şeva borî li gor siate Fransayê siet 20.00ê ji sê cihan ve li wan kesên li Meydana Noelê reşandiye. Êrîşkar hê jî nehatiye girtin.
Leşkerekê li cihê bûyerê bûye li êrîşarî reşandiye û ew birîndar kiriye, digel vê yekê jî êrîşkar reviyaye.
Wezîrê karên navxweyî yê Fransayê, Christophe Castanerî diyar kiriye ku êrîşar û hêzên ewlehiyê du caran ketine şerî.
Bi biryara wezaretê îro dibistanên destpêkê û nêvê girtî bûn.
Wezîrî diyar kiriye ku 350 karmendên parastinê li êrîkarî digerin.
(EÖ/EKN)
Çavkanî: Le Monde, BBC, AFP, dna.fr