Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro li Stockholmê, paytexta Swedê, bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo şerê navxweyî yê li Yemenê bi dawî bibe, wê giftugoyên aştiyê dest pê bikin. Li Yemenê nêzîkî du sal in ku şer di navbera Hûsiyan û hêzên dewletê de berdewam dike.
Martin Griffiths, nûnerê taybet ê NYyê yê ji bo Yemenê duh li ser Twitterê aşkere kiriye ku giftugo wê 6ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) yanî îro dest pê bikin.
Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike û rêveberiya dewletê ya Yemenê ya ku Erebistana Siûdiyê piştgiriyê dide wan, sala 2016ê ji bo giftugoyan hatibûn ba hev. Lê ev hewldan bê encam mabû.
Tê payîn ku ev giftugoyên aştiyê yên wê bi serpereştiya NYyê çêbibin, şerê bûye sedema mirina bi hezaran mirovan bide sekinandin.
Erebistana Siûdiyê û hêzên hevpeymana navnetewî ku piştgiriyê didin Serokomar Hadiyî, sê sal û nîv in ku êrîşên hewayî dibin ser Hûsiyên serhildêr.
Çi bûbû?
Li Bakurê Yemenê hêza Hûsî ya ku ji şi’îyan pêk tê, di sala 2014ê de eşkere kir ku hilbijartin ne adilane hatiye kirin. Hûsî û hikûmetê şer kir.
Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî di şerî de ji 10 hezaran zêdetir kes mirine. (OI/HK/FD)
Çavkanî: BBC, dw.com, nationalyemen.com