Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewleta Californiayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji 8ê Çiriya Paşiyê ve agirî girtiye daristanan. Ji ber agirî 58 kes mirine.
Cihê agir lê belav bûyî qasî 34 hezar yarîgehên fûtbolê ye. 138 hezar donim erd di bin tesîra agirî de maye(şewitiye an jî ji ber dûmanê cihê jiyanê nemaye.)
Bixwîne - Li Californiayê 5 roj in ku daristan dişewitin, ji ber wê 31 kes mirine
Cihê ku agir herî zêde gur bûye County e, li wê derê 130 kes winda ne. Ji sedî 35ê cihê agir lê heyî di bin kontrola agirkujan de ye.
Zêdetirî 300 hezar kesan di bin bandora(tesîra) agirî de mane. Zêdetirî 9 hezar kesan ji bo temirandina agirî kar dikin.
Li gor daxuyaniyên rayedarên DYAyê hefteyekê xebatên ji bo sekinandina agirî dê dewam bike, piştî hefteyekê agir dê bê sekinandin û vemirandin.
(OI/EKN/MB)