Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dabû zanîn ku piştî biryara îmzenekirina hevpeymana ji bo enerjiya nûkleer ceza dê li Îranê bê birîn. Dema cezayan îro dest pê dike.
Cezayên DYAyê dê li dijî firotina petrolê ya Îranê be. Li gor rapora Nîsana 2018ê hatî eşkerekirin Îranê rojane 2,5 milyon varîl petrol difirot difirot derve.
Çi bûbû?
Di sala 2015ê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Çîn, Almanya, Fransa, Rûsya û Ingilîzîstanê bi Îranê re ji bo enerjiya nûkleer peymanek îmze kiribû.
Dema peymanê temam bûbû, lê belê ji bo dirêjkirina demê DYAyê îmze nekir.
Serokê Amerîkayê di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ji bo sê mehan li ser bifikire peyman îmze kiribû. Paşê Trumpî li Qesra Spî civînek digel çapemeniyê pêk anîbû û diyar kiribû ew ê peymanê îmze neke.
Amerîkayê ji sala 1979ê ve ambargoyek danibû ser Îranê. Di 16ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de dema ambargoyê bi awayekê fermî qediyabû.
(HK/MB)