Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Moody’s, saziya nirxandina krediyê ya navnetewî, notên neh bankên Tirkiyeyeyê ji B1ê daxistiye B2yê. Saziyê kêmkirina notan ji bo hesabên demdirêj ên dovîzan daye.
Nota B2yê ya Moody’sê tê wateya “gelek spekulîv”. B1 jî “spekulatîv”e.
Akbank, Alternatifbank, ING Bank, QNB Finansbank, Ziraat Bankasi, Türk Ekonomi Bankası, Garanti Bankası, Vakıfbank û Yapı ve Kredi Bankası ne ev bankên ku notên wan hatine kêmkirin.
Moody’sê duh (25ê Îlonê) aşkere kiribû ku nota Tirkiyeyê ya di dovîzan de ji B1ê daxistiye B2yê. Piştî vê daxuyaniyê jî, saziyê nota bankên Tirkiyeyê kêm kiriye.
Ficthê jî dest bi şopandina 25 bankan kiribû
Ficthê jî 2yê Hezîrana 2018ê aşkere kiribû ku ew ê 25 bankên Tirkiyeyê têxin bin çavdêriya negatîv de.
Saziyê ev biryar ji ber rîskên li ser kapasîte, performans û yên weke wan ên bankan dabû. (HK/FD)