Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY), roja pênceşemê wê biçe Almanyayê. Heman rojê wê Frank-Walter Steinmeier, Serokomarê Almanyayê ji bo Erdoganî wê xwarinekê bide. Lê gelek siyasetmedaran diyar kirine ku ew beşdarî vê bernameyê nabin. Herî dawî Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê û Heiko Maas, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê jî diyar kirine ku ew naçin bernameya xwarinê.
Buroya Çapemeniyê ya Federal a Almanyayê nûçeya Spiegel Online piştrast kiriye û di bernameya fermî ya xwarinê de cih nedaye Merkel û Maasî.
Gelek parlamenteran biryara boykotkirinê standine
Bijan Djir-Sarai Berdevkê polîtîkaya derve ya koma meclîsê ya Partiya Demokratên Azad û ji Partiya Çepan Sevîm Dagdelen û çar parlamenterên AfDyê aşkere kiribûn ku ew ê beşdarî bernameya xwarinê nebin.
Paşê Christian Lindner Serokê FDPyê û hin parlamenterên din ên van partiyan jî biryar dabûn ku ew ê neçin bernameyê û Erdoganî boykot bikin.
Lê Cem Ozdemir, Hevserokê Giştî yê berê yê Keskan gotibû ku ew ê beşdarî bernameyê bibe. (PT/FD)