Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, İgor Konaşenkovî diyar kiriye balafirên Îsraîlê, balafirên Rûsyayê pey xwe birine cihên sîstema paraastina hewayî ya Artêşa Sûriyeyê û sîstemên parastina hewayî li balafirên wan daye, 15 leşkerên wan mirine.
Berdevkî diyar kiriye balafirên Îsraîlê balafirên Rûsyayê ji xwe re kirine mertal. Sebeba êrîşa li balafirên Rûsyayê balafirên Îsraîlê ne.
Li gor nûçeya Spûtnîkê Igorî gotiye:
“Em vê provakasyona Îsraîlê wek tevgereka dijminane dibînin.
“Mafê me heye em bersiva tevgerên Îsraîlê yên bi qest hatîn kirin bidin.”
(EKN/MB)