Fotograf: Atılgan Özdil/ New York/ AA
Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Neteweyên Yekgirtî (NY) duh li ser “Idlibê û Lûtkeya Tehranê” civînek pêk anî ye. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Ferîdûn Sînîrlîoglû, Nûnerê Daimî yê Tirkiyeyê li NYyê bi bîr xistiye ku di Lûtkeya Tehranê da bangewaziya agirbestê hatiye kirin û wiha gotiye; “Tirkiye wê di vî warî de xebatên xwe berdewam bike. Em bang li civaka navnetewî jî dikin ku bi deng û bi rengekî çalak piştevaniya hewldanên me bikin.”
Sînîrlîoglûyî diyar kiriye ku operasyonên leşkerî wê bibe sedema karesatên mirovî, pêla penaberan bide destpêkirin: “Ji bo Tirkiye, Ewropa û jê wêdetir wê rîskên ewlehiyê yên mezin çêbike.”
Nûnera DYAyê jî agirbest bi bîr xistiye
Nikki Haley Nûnera Daimî ya DYAyê li NYyê, gotiye Rûsya û Sûriyeyê li Idlibê zêdetirî 100 êrîşên hewayî pêk aniye û wiha axivî ye:
“Rûsya, Îran û rejîma Esadî guh nadin çareseriya siyasi. Tirkiye hefteya borî hay ji vê çêbû. Agirbest ji bo Idlibê xwest lê Rûsya û Îranê ev pêşniyara Tirkiyeyê qebûl nekir.”
Rûsya gotiye “Tirkiye berpirsiyar e”
Aleksandr Lavrentyev, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê ji bo Vladimir Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê piştî civîna NYyê ji rojnamegeran re axivî ye û gotiye ku herêma kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê di bin berpirsiyariya Tirkiyeyê de ye:
“Bajarê Idlibê em dikarin bibêjin ku di bin berpirsiyariya Tirkiyeyê de ye. Cidakirina mixalifên nerm ji El Nûsra û komên tundrew, berpirsiyariya Tirkiyeyê ye.”
Sekreterê Giştî: Karesateke wiha wê çêbibe ku nehatiye dîtin
Antonio Gueterres, Sekreterê Giştî yê NYyê piştî civînê li Navenda Giştî ya NYyê ji rojnamegeran re axivî ye. Gueterresî gotiye, li Idlibê gelek tişt di bin xetereyê de ne û heke li Sûriyeya ku bi xwînê xemilî ye xwe ji şerekî gelekî berfireh neparêzin wê karesateke mirovî ya wiha çêbibe ku beriya niha nehatiye dîtin.
Gueterresî bang li hemû derdoran kiriye û diyar kiriye ku ji bo peşî li şerê Idlibê bigirin û sivîlan biparêzin divê Tirkiye, Rûsya û Îran her tiştê ku dikeve ser milê wan bikin. (PT/FD)