Foto: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Êrîşên hewayî yên rêveberiya Şamê li ser Idlibê berdewam dikin. Rêveberiya Şamê plansaziya operasyonekê li ser vî bajarî dike. li gorî amarên Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê, şemî û yekşemê zêdetirî 150 êrîşên hewalî çêbûne.
Tê diyarkirin ku piştî civîna roja înê li Tehranê çêbûye û ti encam jê derneketiye ev êrîş zêdetir bûne. Weke tê zanîn, roja înê (7ê Îlona 2018ê) Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê civiyabûn.
Staffan de Mistira, Nûnerê Taybet ê Neteweyen Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê di dawiya meha Tebaxê de gotibû ku êrîşa li ser Idlibê dibe encamên trajîk bi xwe re derxe holê. Mistura niha ji bo aştiya li Sûriyeyê hewldaneke din a navbeynkariyê wê bide destpêkirin.
Gotûbêj wê du rojan berdewam bikin
Mistura îro û sibê wê li Cenêvê bi nûnerên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re bicive. Mistûra wê îro bi nûnerên van sê welatan re cida cida kom bibe. Sibê jî wê civîneke hevbeş çêbibe.
Di nava rojeva civînê de avakirina meclîseke di çarçoveya destûra bingehîn de li Sûriyeyê bi avakirin heye. (PT/FD)