Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaharovayê diyar kiriye ku nûnerên Tirkiye û Rûsyayê dê li Îranê ji bo sivîlên li Idlibê bicivin.
Ji beriya ku nûnerên herdu dewletan bicivin Zaharovayê bersiva pirsên rojnamegeran daye. Li gor nûçeya Spûtnîkê Zaharovayê gotiye:
“Aliyê Tirkiye û Rûsyayê li ser hûrgiliyên wê yekê dixebitin ku divê hebûna terorîstên li Idlibê bêyî zerer li sivîlan bibe bê tinekirin.”
Tirkiye, Îran û Sûriye di civînên li Astanayê de diyar kiribûn ku ew garantorên şerê li Sûriyeyê ne. serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî dê îro bicivin.
(EKN/MB)