Foto: Şam/ AA/ Arşiv (2016)
Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê îro daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de DYA û hevalbendên wê bi wî tiştî tên tohmetkirin ku cebilxaneyê dişînin ji DAIŞ û Nûsrayê re.
Wezaretê wiha gotiye: “Aşkere ye ku DYA û hevalbendên wê ji bo Bereya Nûsra û DAIŞê xwedî bikin, bi rêya Ûkrayna, welatên Rojhilatê Ewropayê û welatên Balkanan gelek cebilxane û çekan dişînin.”
Tirkiyeyê hefteya borî Heyetî Tahrîrî Şam (HTŞ) bi awayekî fermî weke rêxistineke terorê nas kiribû ku weke berdewama El Nûsrayê tê dîtin. Beşar Esad Serokdewletê Sûriyeyê û Rûsya bi hinceta hebûna vê rêxistinê amadekariya operasyona li Idlibê dikin.
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di demeke wiha de hatiye dayîn ku hefteya dawiyê daxuyaniyên DYA û Rûsyayê yên li ser Sûriyeyê zêdetir bûne.
Serokê Dewleta DYAyê Donld Trumpî duh li ser Twitterê gotiye:
“Divê serokê Sûriyeyê Beşar Esad bêperwa neçe Idlîbê. Rûs û Îranî dema di vê trajedîya mirovatiyê de cih digirin xeletiyeka mezin dikin. Çêdibe bi sedhezaran mirov bimirin. Destûrê nedin vê yekê.”
Peskov Berdevkê Vladimîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê îro piştî êrîşa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Idlibê bersiv daye Trûmpî û daxuyaniya wî weke ‘helwesteke ne fireh û biqisûr” nirxandibû. (PT/FD)