Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Welîd Muallim, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ji Russia Todayê saziya fermî ya Rûsyayê re derbarê Idlibê de axivî ye.
Muallim gotiye ku dahatûya Idlibê di civîna ku 7ê Îlonê li Tehranê çêbibe wê diyar bibe. Tirkiye, Îran û Rûsya wê beşdarî vê civînê bibin.
“Divê Tirkiye fam bike ku ev der xaka Sûriyeyê ye”
Muallim di nirxandinên xwe de balkişandiye ser rewşa Tirkiyeyê jî û wiha gotiye: “Li Idlibê em naxwazin bi Tirkiyeyê re werin beramberî hev lê divê Tirkiye fam bike ku Idlib xaka Sûriyeyê ye.”
“Birayên me yên kurd yek ji parçeyekî Sûriyeyê ne”
Welîd Muallim derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî axivî ye û diyar kiriye ku ‘Washington ne hevkareke biewle ye’:
“Em dibêji ku birayên me yên kurd yek ji parçeyekî Sûriyeyê ne. Ew jî welatiyên Sûriyeyê ne.
“DYA çi sozan dide bila bide, divê li wî tiştî vegerin û binêrin ku di sedsala dawiyê de gava pişta xwe dane hêzên navnetewî bê çawa li erdê hatine hiştin.” (PT/FD)