Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trumpî diyar kiririye ew ê bêşert û merc digel serokkomarê Îranê Hasan Rûhaniyî bicive, Rûhaniyî diyar kiriye divê peymana li ser nûkleerê bê kirin.
Duhî piştî civîneka digel serowezîrê Îtalyayê, li Washîngtonê Trumpî gotiye:
“Heke ew bixwazin helbet ez ê bi wan re bicivim.
“Ez nizanim ka ew amade ne an na. Ew di demên zehmet de ne.”
Şêwirmendê Hasan Rûhanîyî, Hamid Ebuturabiyî gotiye:
“Ev yek dê ji bo rêza li gelê Îranê, kêmbûna dijminatiyê û vegera li peymana nûkleerê ya digel DYAyê baş be.”
(PT/MB)