Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji duhî ve Îsraîlê dest bi operasyonekê kiriye, Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku wê 60 cih ji xwe re kiribûn armanc û li wan hemî deran daye.
Artêşa Îsraîlê daxuyandiye ku nêzîkî 70 rokêt û hewan ji aliyê Filistînê ber bi Îsraîlê ve hatine teqandin, piraniya wan li hewayê hatine teqandin. Hin rokêtên ketîn 5 welatiyên Îsraîlê birîndar kirine.
Bixwîne - Li Xezeyê 9 rojnameger birîndar bûne
Di daxuyaniyê de herweha hatiye diyarkirin ku ew operasyon ji sala 2014ê ve “liv û tevgera herî mezin a leşkerî” bûye.
Li gor Artêşa Îsraîlê yek ji cihên hatîn teqandin navendeka çêkirina rokêtan bûye. sê leşker jî di êrîşan de birîndar bûne. Serokê Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katî ji televizyona fermî ya dewletê re gotiye “Hamas dê bi awayekê gelek hişk û dijwar bersiva van êrîşê xwe bistîne.”
Bixwîne - Jimara wan kesên li Xezzeyê mirîn bûye 59, li Qudsê gelek kes hatine desteserkirin
Serokê birêvebiriya Hemasê ya Xezeyê, Halil el Hayyayî diyar kiriye piştî ku navbeynkar ketine dewrê dîsa ew vegeriyane şertên agirbesta hatî îlankirin.
(YT/EKN/MB)
*Me ji bo vê nûçeyê, agahî ji BBC û Haaretzê berhev kirine.