Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) peymana hevkariya ji bo enerjiya Nûkleer ya bi Îranê re îmze nekiribû. DYA dê embargoyê dane ser Îranê. Wezîrên Karê derve yên Yekîtîya Ewropayê ji bo têkiliyên bi Îranê re bidome civîyane.
Nûnera Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve yê Yekîtîya Ewropayê Federica Mogheriniyê gotiye:
“Em hewil didin ji bo şirketên xwediyên wan ji Yekîtîya Ewropayê rewşeka welê çêbikin ku ew bikarin karên xwe bidomînin.”
Bixwîne - DYAyê peymana ji bo anerjiya nûkleer ya bi Îranê re îmze nekiriye
Di sala 2015ê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Çîn, Almanya, Fransa, Rûsya û Ingilîzîstanê bi Îranê re ji bo enerjiya nûkleer peymanek îmze kiribû. Dema peymanê temam bû, ji bo dirêjkirina demê DYAyê îmze nekir.
Li gor peymanê heke Îran ji 3yê yekê karê dewlemendkirina Ûranyûmê kêm bike dewletên hevpeyman hin ji mecbûriyetên li ser Îranê kêm kirin.
Serokê Amerîkayê di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ji bo sê mehan li ser bifikire peyman îmze kiribû. Trumpî li Qesra Spî civînek digel çapemeniyê pêk anî û diyar kir ew ê peymanê îmze neke.
Amerîkayê ji sala 1979ê ve ambargoyek danibû ser Îranê. Di 16ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de dema ambargoyê bi awayekê fermî qediyabû.
(PT/MB)