Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heather Nauetr Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê duh civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên derbarê operasyona li ser Efrînê û rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyê de bersivand.
Rojnamegerekî li ser rewşa Efrînê ev pirs ji Nauertê kir: “Tirkiye li Efrînê, li şûna Kurdên ku beşek ji wan ji ber êrîşan reviyane, hin kesên din bi cî dike û paqijya etnîk dike. Niha jî nahêle kesên ku ji cî û warên xwe bûne vegerin. Li şûna van kesan penaerên Ereb ên ji Xûtayê û herêmên din bi cî dike. Hûn çi difikirin li ser vî tiştî?”
“Me endîşeyên xwe yên zêde ji wan re gotiye”
Nauertê pirs wiha bersivand:
“Em vê rewşa li Efrînê ji nêz ve dişopînin. 140 hezar kesên li Efrînê dijiyan, ji cî û warên xwe hatin derxistin û qasî ku em dibînin, destûra vegera van ji bo malên xwe nayê dayin. Di hefte û mehên derbasbûyî de me derbarê rewşa mirovî ya li Efrînê, endîşeyên xwe yên zêde ji wan re gotiye. Tirkiye, Rûsya û Sûriye jî tê de em bang li hemû aliyên peywendîdar, hemû hêzên ku li bakurê rojhilatê welêt bibandor in, dikin ku gihîştina alîkariya mirovî ya navnetewî dabîn bikin û bihêlin ku mirov vegerin malen xwe”.
“Li cîhanê herî zêde rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne”
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê kampanyayek daye dest pêkirin. Rojnamegerekî ev kampanya bibîr xist û got ku li cîhanê herî zêde rojnameger, li Tirkiyeyê girtî ne û wiha pirsî: “Gelo hûn piştgiriya kampanyaya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dikin ku ji bo azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê dane destpêkirin?”.
Nauert ji bo vî tiştî wiha got:
“Hûn tepez mafdar in. Ji welatên din ên cîhanê zêdetir li Tirkiyeyê rojnameger di girtîgehê de ne. Ev sedema metirsiyeke mezin e. Em piştgiriya wê hedefê dikin ku li Tirkiyeyê azadiya medyayê baştir bibe û em vê mijarê li Wezareta Karên Derve gelek caran nîqaş dikin. Me gelek caran ev mesele di temasên xwe yên bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re jî aniye rojevê. Em girîngiyê didin vê meseleyê” (ŞA/FD)