Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî îdiayên ku diyar dikin hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê çekên kîmyayî bikaranîne, îhtimala şerekê li cepheya Rûsya û Amerîkayê zêde bû, serokwezîra Almanyayê, Angela Merkelê eşkere kir ew ê beşdar nebin.
Bixwîne - Rûsya: Alaya Sûriyeyê li avahiyeka Dumayê hatine danîn
Li gor nûçeyeka Deutsche Welleyê, Merkelê daye zanîn ku bikaranîna çekên kîmyayî nayê qebûlkirin. Divê bersiveka hişk bê dayin. Lê heke mûdaxeleyeka leşkerî bê kirin Almanya dê beşdar nebe.
Nîşanên çekên kîmyayî
Rêxistina Salemiyê ya Cîhanê eşkere kir ku divê ji bo gihandina alîkariyan rêya navçeya Dumayê ya bajarê Gutayê ya Sûriyeyê bê vekirin.
Rêxistinê da zanîn ku li Dumayê li zêdetirî 500 kesan nîşanên çekên kîmyayî hatine dîtin û zêdetirî 70 kesan mirine.
Bixwîne - NYyê agirbest îlan kir lê hikûmeta Sûriyeyê êrîşên li Gutayê nesekinandine
Ji bo rêxistinên Neteweyên Yekbûyî heta niho destûra çûyina wan cihên tê îdiakirin ku çekên kîmyayî hatine bikaranînnehatiye dayin.
Hikumeta Sûriyeyê diyar kir ku îdiayên dîyar dikin çekên kîmyayî hatine bikarînan ne rast in. Mûxalifên dibînin Guta dê bikeve derewên bi vî rengî belav dikin.
(ŞA/MB)