Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serfermandarê Navenda Çavdêriya Li Agirbestê, Yuriy Yevtuşenkoyî eşkere kiriye ku Hikûmeta Sûriyeyê Duma Kontrol kiriye.
Duma navçeyeka Gutayê ye ku li rojhilatê wê ye û hatibû îdiakirin ku artêşa girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li wê derê çekêm kîmyayî bi kar aniye.
Fermandarê Yevtoşenko gotiye:
“Li Dumayê alaya Sûriyeyê li avahiyekê hat hildan. Ev nîşana wê yekê ye ku kontrola herêmê anko kontrola hemîya rojhilatê Gutayê hatiye bidestxistin.”
Nîşanên çekên kîmyayî
Rêxistina Salemiyê ya Cîhanê eşkere kir ku divê ji bo gihandina alîkariyan rêya navçeya Dumayê ya bajarê Gutayê ya Sûriyeyê bê vekirin.
Rêxistinê da zanîn ku li Dumayê li zêdetirî 500 kesan nîşanên çekên kîmyayî hatine dîtin û zêdetirî 70 kesan mirine.
Bixwîne - NYyê agirbest îlan kir lê hikûmeta Sûriyeyê êrîşên li Gutayê nesekinandine
Ji bo rêxistinên Neteweyên Yekbûyî heta niho destûra çûyina wan cihên tê îdiakirin ku çekên kîmyayî hatine bikaranînnehatiye dayin.
Hikumeta Sûriyeyê diyar kir ku îdiayên dîyar dikin çekên kîmyayî hatine bikarînan ne rast in. Mûxalifên dibînin Guta dê bikeve derewên bi vî rengî belav dikin.
Neteweyên Yekbûyî civiya
Piştî îdiayên ku diyar dikin li navçeya Dumayê ya bajarê Gutê ya Sûriyeyê bi çekên kîmyayî êrîş hatiye kirin endamên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên nûnerên Fransa, Ingilîzîstan û DYAyê daxwaza kombûnê kiriye.
Nûnerê taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Misturayî got divê ji bo vê êrîşa "dilxelîn" lêkolîneka bêalî bê kirin.
Serokê DYAyê Donald Trumpî piştî civîneka digel fermandarên leşkerî yên pilebilind daxuyandiye ku "bi dijwarî bersiva bûyerên li Sûriyeyê bûyîn dê bêne dayin."
(HK/MB)