Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sarah Sanders Berdevka Qesra Spî derbarê serdana Donald Trump Serokê DYAyê ya Amerîkaya Latîn got, “Li ser daxwaza Serokî, Alîkarê Serokî (Mike Pence) wê biçe Amerîkaya Latîn. Serok ji bo bersiva ku wê bidin Sûriyeyê kontrol bike û pêşketinên li cîhanê bişopîne wê li DYAyê bimîne”.
Duh beriya civîna Lijneya Wezîran a li Qesra Spî, Trumpî ji rojnamegeran re gotibû ku îdiayên dibêjin Şamê li çoltarê Dûmayê êrîşa bi çekên kimyewî pêk aniye dinirxîne û ew bi leşkeran re mijarê nîqaş dike.
Trumpî gotibû ku, “Em rewşê gelekî ji nêz ve dişopînin, em hevdîtinê bi artêşa xwe û yên din re dikin. di nava 24-48 saetên bê de em ê biryarên mezin bidin”. (PT/FD)