Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trumpî diyar kiribû ku Amerîka dê ji Sûriyeyê derbikeve Sererkaniya Leşkerî û Wezareta Parastinê ya wî welatî pey hev diyar kirin ku ti tişt neguherîne, her tişt wek-xwe ne.
Wezareta Parastinê(Pentagonê) eşkere kir:
“Di stratejiya leşkerî ya Sûriyeyê de ti guherîn nînin.”
Berdevkê Sererkaniya Leşkerî, General Kenneth McKenzieyî duhî di civîna digel çapemeniyê de diyar kir:
“Ya rastî ti tişt neguherîne.”
Berdevka Wezareta Parastinê, Dana Whiteyê jî duhî got :
“Min hin gotgot bihîstine ku diyar dikin [Artêşa Amerîkayê] ji Sûriyeyê derdikeve....Lê hê têkoşîna li dijî DAIŞê neqediyaye.”
Amerîka: Em ê derkevin
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî jî di 29ê Adarê de, li Ohioyê gotibû:
“Sebeba ku em li wê derê(Sûriye) bûn, DAIŞ bû. Me piraniya armancên xwe bi destên xwe ve anî. Bihêlin bila hinekên dî bi Sûriyeyê ve eleqedar bibe. Em ê di demekê gelek kurd de ji Sûriyeyê derkevin.”
(ŞA/MB)