Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Yunanistanê li dîwana weîzran ya welatê xwe axivî û got “Yunanistan ti kesan tehdîd nake lê ji ti kesan jî natirse. Em welatekê bihêz û ewle ne. Hevpeymanên me hene. Yekîtîya Ewropayê cara yekem e ku ji bo [kêşeya] Ege û Rojhilatê Behra Reş piştgiriya me kir. Bila Tirkiye dest ji gotinên xwe yên tehrîkkar berde.”
Li gor nûçeya Stelyo Berberakisî ya li BBCyê, Çîprasî diyar kiriye du leşkerên Yunanistanê bi awayekê neheqane li Tirkiyeyê hatiye girtin.
“Du leşkerên Yunanistanê yên ku karê wan ew bû nehêlin koçber derbas bibin, divê serbest bêne berdan.”
“Ji xeletî ve”
Herdu leşkerên Yunanistanê Tegmenê Aggelos Mitretodis û Astubayê Dimitros Kouklatzis li Tirkiyeyê hatine dadkirin û wan diyar kiriye ew ji xeletî ve ji sînorî borîne.
“Ji ber berf û mijê me rêya xwe winda kir. Em ne sîxur in.”
Di roja Yekşemê de li Hatayê serokwezîrê Recep Tayyîp Erdogan gotibû:
“Me ew subayê ku van rojan ji sînorî borîbû girt. Rojava rabû ser pêyan... Em dewleta dadê ne, ma dada we heye ya me nîne.”
(PT/MB)