Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parêzerê Carles Puigdemontî, Serokê berê yê Katalonyayê duh aşkere kir ku muwekilê wî li Almanyayê hatiye desteserkirin.
Deutsche Welleyê 25ê Adarê li gorî saeta Tirkiyeyê di 13.40 deqîqeyan de aşkere kir ku Puigdemont hatiye desteserkirin.
Dozgerên li bajarê Schleswigê ragihandine ku Puigdemont wê îro bê dadgehkirin. Hatiye diyarkirin ku wê dadgeha bilind a li Schleswigê biryara îadekirin an jî neîadekirinê bidin.
Dadgeha Bilind a Îspanyayê 24ê Adarê ya 2018ê li tevahiya Ewropayê Carles Puigdemont jî di nav de ji bo 5 siyasiyên Katalanan biryara desteserkirinê derxistibû.
Parêzerê wî diyar kiriye ku Puigdemont piştî Fînlandiyayê roja 23ê Adarê ya 2018ê li ser Danîmarkayê derbasî Almanyayê bûye. Tê texmînkirin ku Puigdemont, ji ber Îspanyayê li tevahiya Ewropayê derbarê wî de biryara girtinê derxistiye ji Fînlandiyayê çûye.
Çi bûbû?
Pêvajoya desteserkirina Puigdemontî bi wê biryarê re dest pê kiribû ku 9ê Hezîranê ya 2017ê biryar hatibû standin ku di 1ê Cotmehê ya 2017yê de referandûma Serxwebûna Katalonyayê çêbibe.
Referandûm di bin êrîşên tund ên hikûmeta Îspanyayê de çêbû. Hat aşkerekirin ku di referandûmê de 2,3 milyon deng hatine bikaranîn û ji sedî 90,09ê dengên erê ji bo serxwebûnê bi kar anîbû. Lê hikûmeta Îspanyayê ev encam qebûl nekir.
Puigdemon û Meritxell Serret Wezîrê Çandiniyê, Antoni Comin Wezîrê Tenduristiyê, Lluis Puig Wezîrê Çandê û Clara Ponsati Wezîra Perwerdeyê 30ê Cotmehê derbasî Belçîkayê bûn.
Dadgeha Netewî ya Îspanyayê ji be rolê wan ê di ragihandina serxwebûna yek alî de 5ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê ji bo Puigdemont û çar wezîran bi tohmeta “serîhildana li hemberî dewletê, raperîn û bikaranîna xirap a malên dewletê” biryara girtinê derxist.
Piştî rojekê serokên Katalonyayê xwe radestî polîsên Belçîkayê kirin. 6ê Çiriya Paxiyê bi şertê kontrola edlî hatin tehliyekirin. (HK/FD)