Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) bajarê Efrînê kontrol kir. Piştî talanê agahiyên talan û koçberiyê hatin. Ji aliyê dî ve Tirkiyeyê diyar kir ew bi rêya Kizilay û AFADê alîkariyê dişîne Efrînê.
Piştî ku peykerê Kawayê Hêsinkar jî hat xerakirin fikara ji bo metirsîyên li ser sivîlên li wê derê zêdetir bû.
Talana Efrînê
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Heather Nauert diyar kir li navenda Efrînê, talana tiştên xelkê Efrînê tê kirin.
Berdevkê serokkomariyê, Îbrahîm Kalinî diyar kir:
“Çêdibe ku hin koman guh nedabin fermanan û karên bi wî rengî kiribin.
Koç
ANF(Ajansa Nûçeyan a Firatê) ragihand ku xelkên sivîl ber bi Şêrawa û Şehbayê ve koç dikin.
Reuters: Kizilay alîkariyan belav dike
Ajansa Nûçeyan a Reutersî, ragihand ku Kizilay(Saziya Gihandina Alîkariyên Mirovî ya Tirkiyeyê) li Efrînê alîkariyên ji bo pêwîstiyên rojane belav dike.
Xaça Sor: Qîmetê Kizilayê sifir e
Piştî nûçeya Reutersê ku diyar kir Kizilay li Efrînê alîkariyê belav dike. Serokê Lijneya Xaça Sor a Navneteweyî, Peter Maurerî diyar kir ku ji bo kurdan qîmetê Kizilayê sifir e.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirk, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Piştî destpêkirina operasyona li ser Efrînê, operasyonê 58 rojan dom kir. Di roja 58. de TSK û ASA ketin navenda Efrînê.
TSKyê navê operasyonê kir "çiqilê zeytûnê"
Agahiyên giştî
Aliyên şerî:
Tirkiye
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ku Tirkiye piştgiriya wê dike
Firqeyên mixalif ên din ku ASA piştgiriya wan dike
Milîsên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst / International Freedom Battalion (FBI)
Milîsên nêzîkî îranê
Yekîneyên Parastina Gelî(YPG)
Kesên ku fermandariyê ji artêşan re dikin:
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK): Îsmaîl Metîn Temel Fermandarê Artêşa duyem
ASA: Yasser Abdûl Rahîm, Mûhammad Hamadîn
YPG: Behçet Abdo (Serokê Konseya Berevaniyê yê Kantona Efrînê), Hecî Ehmed (Fermandarê Efrînê yê YPG û HSDyê)
Hejmara yekîneyan:
Endamên TSKyê: 6 hezar û 400 (Wikizero)
Endamên ASAyê: 10 hezar-25 hezar (Wikizero)
Endamên YPGyê: 8 hezar – 10 hezar (Wikizero)
Milîsên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê: 800 (Wikizero)
bianetê roj bi roj bûyer şopandin. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(HK/MB)