Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê berê yê Fransayê Francois Hollande ji rojnameya Le Monde re gotiye bila ji bo Rojhilatê Gutayê û Efrînê firîna balafiran bê qedexekirin.
Herweha Hollande got:
“Divê piştgiriya Kurdan bê kirin ku ew li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şerî dikin”
Li gor nûçeya Le Mondeyê çavkaniyên kurdan diyar kirine ku di dema operasyona li ser Efrînê de 240 sivîl hatine kuştin.
Di roja Şemîyê de Hollande û nûnerê PYDyê(Partiya Yekîtîya Demokratîk) Xalid Îsa re civiyabû. Îsayî gotibû:
“Heta dema başiyê em ê li ber xwe bidin, ji bilî vê yekê me ti şansên dî nînin.”
(PT/MB)
Çavkanî: Le Monde, Le Parisien