Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Albayê Robert Mannig eşkere kir ku piştî Tirkiyeyê operasyonek li ser Efrînê kir gelek şervanên YPGyê(Yekîneyên Parastina Gelî) çûn Efrînê.
Albayî da zanîn ji ber ku stûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) YPG bû û gelek şervanên YPGyê çûne Efrînê Havpeymana Li Dijî DAIŞê mecbûr maye hin operasyonan bisekinîne.
Bixwîne – Nûçeyên li ser operasyona li ser Efrînê
Rayedarekê Amerîkayê yê ku nexwest navê xwe bêje diyar kiriye ku ji Deşta Feradê di du hefteyan de bi sedan şervanan dest ji operasyonan berdane û çûne Efrînê.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan sivîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Li gor daxuyaniyên fermî, di operasyonê de heta niho 42 leşkerên TSKyê mirine.
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(PT/MB)