Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) aşkere kir ku ji ber “gef li ser ewlehiyê heye” Balyozxaneya wan a li Enqereyê wê îro girtî be.
Balyozxaneyê ev agalî li ser malpera xwe ya fermî aşkere kir û di vê daxuyaniyê de diyar kiriye ku piştî gefa li ser ewlehiyê derbas bibe ew ê balyozxane careke din bê vekirin.
Balyozxaneyê herweha welatiyên DYAyî hişyar kir û got ku ji ciyên qelebalixê dûr bisekinin, nêzîkî li balyozxaneyê nekin, dema li ciyên tûrîstîk bin tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêdetir bikin û medyayê bişopînin.
Walîtiya Enqereyê jî aşkere kir ku wan tedbîrên zêdetir en ewlehiyê girtiye:
“Li ser ew agahiyên istixbaratê yên ji çavkaniyên DYAyê ji yekîneyên me yên istixbaratê re hatine û dibêjin ku dibe li hemberî Balyozxane û hemwelatiyên DYAyê çalakiya terorê çêbibe tedbîrên ewlehiyê di ber çavan re hatine derbaskirin û tedbîrên zêdetir hatine standin.” (AS/FD)