Wêne: Xinhua
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ajansa nûçeyan a navneteweyî, Reutersê agahiyên nûçeyeka xwe spartiye şahidekê û diyar kiriye Artêşa Sûriyeyê li Helebê ket herêmên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) de.
Li gor nûçeyeka Reutersê, birêvebirekê Navenda Çavdêriya li Mafên Mirovan diyar kiriye ku Artêşa Sûriyeyê ketiye El Halak, Bani Zaid û Bustan el-Bashayê
YPG: Ne rast e
Li gor nûçeya nûkirî ya Reutersê, berdevkê YPGyê Nûrî Mehmûdî diyar kiriye ew agahî ne rast in ku diyar dikin YPGyê herêmên di destên xwe de teslîmî Artêşa Sûriyeyê kiriye.
(PT/MB)
Bixwîne - Neteweyên Yekbûyî ji bo li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin dê bicive