Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê serokkomariyê, Îbrahîm Kalinî got peywendiya Tirkiyeyê û Sûriyeyê ya rasterast nîne lê yek ji hersê garantorên Sûriyeyê Tirkiye ye û pêwîst be peywendî dê bêne danîn.
Kalinî diyar kir:
“Di bûyera duhî de... Hat dîtin ku ji aliyê Helebê ve 40-50 wesayit ber bi Efrînê ve tên û hewil didin biçin Efrînê ew bi topbaranê hatin astengkirin.
“[Hevpeymaneka di navbera Şam û Kurdan de] nîne, heke hebe jî Tirkiye dê bi îstiqrar li ser ya xwe be.
“Li gor belgeyên destkeftî tê xwestin ku Efrîn bibe Qendîleka nû.
“Peywendiyeka me ya rasterast nîne lê di pêvajoya Astanayê de sê welatên garantor hene. Me ji bo koordînekirina bûyerên li Sûriyeyê mekanîzmayek heye. Carinan em peyamên xwe bi ser Îran û Rûsyayê re digihînin Sûriyeyê. Me temaseka rasteasrt nîne lê heke rewşeka awarte çêbe çêdibe ku peywendiyên rasterast jî bêne danîn.”
(HK/MB)
Bixwîne – Qenala Dewletê ya Sûriyeyê: Hêzên dewletê dê di çend sietekê de li Efrînê bin