Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser nûçeyên ku diyar dikin Artêşa Sûriyeyê dê biçe Efrînê wezîrê karên derve, Mevlud Çavuşogluyî got: “Heke desthilat ji bo tinekirina YPGyê biçe baş e lê heke ji bo parastina wê biçe Efrînê ti kes nikarin pêşiya me bigire.
“Em her dem li ser wê yekê disekinin ku divê yekpariya axa Sûriyeyê bê parastin.”
Bixwîne – Qenala Dewletê ya Sûriyeyê: Hêzên dewletê dê di çend sietekê de li Efrînê bin
Bixwîne - Reuters: Artêşa Sûriyeyê dê biçe Efrînê
Ajansa nûçeyan a Reutersê li gor agahiyên spartî qenala dewletê ya Sûriyeyê, ragihandiye ku hêzên dewleta Sûriyeyê dê di çend sietekê de li Efrînê bin.
Artêşa Sûriyeyê diyar kiriye ku ew ê siet 18.00 derbasî Efrînê bibe. Armanc ew e ku di vê hefteyê de hêzên Artêşa Sûriyeyê li 52 noqteyan bi cih bibin.
Bicihkirina artêşa Sûriyeyê
Şêwirmendekê rêveberiya kurdan, Badran Jia Kurd gotiye li noqteyên giring ên li dora Efrînê leşkerên Artêşa Sûriyeyê dê bêne bicihkirin.
Televizyoneka Libnanê ya bi navê Mayadeen ragihandiye ku YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) û hikûmeta Şamê li hev kiriye. Li gor wê televizyonê ji beriya du rojan biryar hatiye dayin ku ji bo Efrînê leşker bêne şandin.
(EKN/MB)