Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî, bi daxuyanîyekê eşkere kir ku 474 kes ji ber parvekirinên li ser “Operasyona Çiqilê Zeytûnê” û 192 kes jî ji ber protestokirina wê operasyonê hatine desteserkirin.
Li malpera wezaretê herweha hat eşkerekirin ku ji bo 243 kesan jî lêpirsîn hatiye amadekirin.
Hin sûcên bikahênerên medyaya civakî pê têne sûcdarkirin “propagandaya ji bo rêxistinê, pesindana rêxistinên terorî, parvekirinên xelkê ji bo kîn û nefretê tehrîq dikin...”
Ji destpêka operasyonê(20ê Kanûna Paşiyê) heta niho ya kêm 34 kes hatine girtin.(AS/MB)