Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Jinên sîyasetmedar ên girtî ji bo Perlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî(NY) û Rêxistina Hevkariya ji bo Ewlehiyê ya Ewropayê nameyek nivîsî. Wan diyar kir divê li şûna polîtîkayên leşkerî polîtîkayên aştîxwaz hebin.
Sîyasetmedarên jin ên di girtîgehan de; Aysel Tuğluk, Burcu Çelik Özkan, Çağlar Demirel, Edibe Şahin, Figen Yüksekdağ, Gülser Yıldırım, Gülten Kışanak, Nurhayat Altun, Sebahat Tuncel û Selma Irmakê bi nameyekê sê daxwaz kirin.
- Bila operasyona li ser Efrînê demildest bê sekinandin.
- Bila mafên xelkê Efrînê bêne garantîkirin, di serî de divê mafê jiyan û alîkariya ji bo saxlemiyê bê parastin.
- Divê alîkariyên ji bo saxlemî, xwazrin û hemî pêwîstiyên mirovî ji bo herêmêê bêne şandin.
Hin beşên nameyê:
“Îdiayên Tirkiyeyê yên ji bo parastina sînoran bi tenê ji bo vê operasyonê hêcetek e.
“Tirkiyeyê bi vê opersyoê hevpeymanên û hiqûq navneteweyî binpê kiriye.
“Divê polîtîkayên dewletan ji bo bihevrejiyana gelan û aştiya civakê bin.”
(AS/MB)