Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îro roketek avêtin taxa Oncupinar a Kilîsê û yek jî avêtin navçeya Reyhanli ya Hatayê. Her du roket jî li ciyên vala ketine, kesek birîndar nebûne.
Li gorî ajansên nûçeyan roket ji hêla Sûriyeyê ve hatine avêtin.
Roketa pêşiyê li Kilîsê li bexçeyê zeytûna yê di navbera Taxa Oncupinar û Girê Şêx Muhamedê ketiye. Di encama bûyerê de ti kesî zerar nedît. Polîs û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê.
Piştî vê bûyerê bi nîv saetê roketek avêtin navçeya Reyhanli ya Hatayê. Roket li taxa Gultepeyê li ciyekî vala ket. Li vir jî kesî zerar nedît.
Li Kilîs û Hatayê çar kes miribûn
Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) 20ê Kanûna Paşiyê operasyona li ser Efrînê bi beşdariya Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) dabû destpêkirin ji hêla Sûriyeyê 11 roket avêtibûn navçeya Reyhanli a Hatayê, 6 roket jî avêtibûn bajarê Kilîsê.
Di encama avêtina roketa li Hatayê de kesekî ji Sûriyeyê miribû. 22yê Kanûna Paşiyê jî roketek avêtibûn navçeya Kirikhan a Hatayê û karkerê şîrketa elektrikê (TEDAŞ) Şahîn elîtaş miribû.
Herî dawî 24ê Kanûna Paşiyê roketek avêtibûn mizgefteke li Kilîsê û du kes miribûn.
Rayedar û ajansên nûçeyan ên Tirkiyeyê gotibûn ku roket ji hêla “PYD/PKK/YPG/KCK”yê ve hatine avêtin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandiye, Sîpan Hemo Fermandarê Giştî yê YPGyê gotibû, “Yekîneyên me bi ti awayî ne Kilîs ne jî ti bajarên din nekirine hedef.” (AS/FD)