Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weîzrê karên derve yê Rûsyayê li ser operasyona Tirkiyeyê biriye ser Efrînê axiviye.
Li gor nûçeya Spûtnîkê Lavrovî ji rojnameya Kommersantê re gotiye:
Bixwîne - Roja duyem a operasyona Efrînê
“Rola xerakirinê ya Amerîkayê diyar e. Sûriye û Îran ji bo vê yekê du nimûne ne.
“Amerîkayê îspat kir ku ew nikare hevkariyê bi ti aliyan re bike.
“Em hevil didin nekevin bedena Amerîkîyan û em hevildidin bi hevpostên xwe re paşxana meseleyê fêm bikin.”
Çi bûbû?
TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
Îro roja sêyem e ku operasyon didome.(AS/MB)