Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cihgirê wezîrê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Faysal Mîkdadî ji ajansa nûçeyan ya Rûsyayê, Spûtnîkê re diyar kir çûna Sûriyeyê ya hêzên Tirkiyeyê “êrîşkarî ye.”
Mîkdadî got:
“Ti hêcet û daxuyanî nikare eşkere bike ku mafê wan li vê yekê heye.
“Em ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku bila ew hêzên xwe ji ser axa me bibin û xwe nekin di nav karên me yên navxweyî de.
“Nayê qebûlkirin ku ti dewlet bêyî destûra Sûriyeyê baregehên xwe li ser axa wê çêbikin. Ev êrîşkarî ye, dagirkirin e.
Bixwîne - DYA bi beşdariya HSDyê Hêza Ewlekariyê ya Sînorî ava dike
“Kurdên ku li gor berjewendiyên Amerîkayê tev digerin, rêya li hêzên Tirkiyeyê vedike.
“Hemî kurd welatperwerên Sûriyeyê ne. Lê hin kes ji hin deran pereyan distînin.
“Ji bo wan(Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê) tiştê rast ew e ku divê bên sefa Artêşa Sûriyeyê. Bedelê hemî îxanetan heye.”(PT/MB)