Ahed Tamîmî dema 13 salî bû bu vî wêneyî hatibû naskirin.
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Donald Trûmp Serokê DYAyê Quds weke ‘paytexta Israîlê’ nas kir Filistiniyan dest bi xwepêşandanan kiribû û hêzên ewlehiyê yên fermî yên Israîlê êrîş biribûn ser van xwepêşandanan. Di dema van xwepêşandanan de Ahed Tamîmî ya ku weke “keça wêrek a Filistînê” tê naskirin hat desteserkirin.
Li gundê Nebî Salih ê Şerîaya Rojava ya ku 200 Filistîniyan bi beran li hemberî leşkerên Israîlê çalakî li dar dixistin, keça 16 salî dema du leşkerên Israîlê çûne ber deriyê mala wan bi ser wan de meşiyaye û şîmaq li wan daye.
Bi gezan birayê xwe ji destê leşkeran rizgar kiribû
Tamîmî ji temenê xwe yê biçûk de di nava çalakiyan de cî digire. Sala 2015yê li gundê Nebî Salihê birayê wê Muhammed Tamîmî beşdarî wê çalakiyê bûbû û ber avêtibû ku li hemberî avakirina avahiyên Cihûyan hatibû çêkirin. Di vê çalakiyê de leşkerên Israîlî birayê wê dorpêç kiribûn û Ahed Tamîmî bi kulman û bi gezkirinê birayê xwe ji destê leşkeran rizgar kiribû. Piştî vê çalakiya xwe li hemû cîhanê hatibû naskirin.
Besîm Tamîmî bavê Ahed Tamîmiyê diyar kir ku destê sibehê leşker û polîsan bi ser mala wan de girtiye û keça wî birine. Besîm Tamîmî got ku polîs û leşkeran derb li zar û zêçên wî dane û dest danîne ser telefonên berîka, komputer û kamerayên wan. Dayika Ahed Tamîmîyê dema xwestiye rewşa keça xwe bizanibe, ew jî hatiye desteserkirin.
16 yr old Palestinian teen Ahed Tamimi, was arrested last night by Israeli soldiers. The reason is that she dared to challenge Israeli thugs outside her home in Nabi Saleh (see video). The butcher of Qana/Education minister Naftali Bennett said she should end her life in prison pic.twitter.com/J7yQOFiC11
— Walid (@walid970721) 19 Aralık 2017
Jêpirsîn ji hêla Şîn Betê tê kirin
Hat diyarkirin ku jêpirsîna Tamîmiyê ji hêla serwîsa ewlehiya hundir Şîn Betê ve tê kirin. Artêşa Israîlê daxuyaniyek belav kir û tevgera Tamîmiyê û jinên li gel wê dîmen dikişandin kamerayê weke ‘provokasyon’ bi nav kir.
“Ne tenê keç wê malbata wê jî…”
Naftalî Bennet Wezîrê Perwerdeyê yê Israîlê ji bo keçikê got ku “wê li girdîgehê bimire”. Avîgdor Lîeberman Wezîrê Berevaniyê jî got, “Hemû kesên destwerdan tê de kirine, ne tenê keçik, malbata wê û yên derdorawê wê ji tiştê ku heq kirine nikarin xwe rizgar bikin. Kesên ku di nava rojê de dibe hov di şevê de tê girtin. Ev jî mesajeke girîng e.”
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdoganî ji ber wêrekiya wê sala 2013yê bang li Tamîmiyê kiribû û ew xelat dabûyê. (AS/FD)
Çavkanî: Spûtnîk