Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Koordînatorê Bexwedana li Dijî Terorê yê Yekîtîya Ewropayê(YE), Gilles de Kerchoveyî ji Reutersê re gotiye:
“Em FETO(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) wek rêxistineka terorî nabînin û ez ne di wê qinaetê de me ku skna YEyê di demekê kurt de biguhere.
“Bi tenê delîl sepanek[By Lock] e ku ev jî delîleka bingehîn e, divê daneyên saxlem hebin ku ew bibêjin ew kes beşdarî bûyeran bûne.”
Bixwîne - 41 hezar û 326 kes ji ber FETOyê di girtîgehê de ne
Wezareta Dadê eşkere kir ku heta niho 41 hezar û 326 kes ji ber FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) hatine girtin.
Ji ber lêpirsîna FETOyê 3 hezar û 831 kesên di girtîgehan de ji bo zelalkirina delîlan hatine tehlîyekirin.
1066 leşker, 583 polîs, 4 cihgirên walîyan, du qeymiqam, 158 dadger û dozger û 9 endamên dadgehên bilind hatine tehlîyekirin.
Li gor agahiyan ji bo dîtina 5 hezar û 150 kesan jî biryara lêgerînê hatiye dayin.(AS/MB)