Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Fûara Kitêban a Frankfûrtê dê vebe. Mêvanên rûmetê serokkomarê Fransayê Emanuel Macron û serokwezîra Almanyayê angela Merkel in.
7 hezar û 150 saziyên 106 dewletan dê li Fûara Kitêban a Frankfûrtê standên xwe vekin. Fûar dê sibeyê vebe û dê heta 15ê Çiriya Pêşiyê vekirî be. Di sê rojên pêşiyê de bi tenê ew kesên ji bo weşangerîyê kar dikin û ew kesên karên peywendîdar bi wî karî ve dê beşdarî fûarê bibin. Di du rojên dawiyê de deriyê fûarê dê ji bo welatiyan bê vekirin.
Gellek nivîskarên navdar ên wek Dan Brown û Selman Rûştî dê beşdarî fûarê bibin.
Hem kitêbên klasîk û hem jî kitêbên bi rêya teknolojiya bipêşketî hatîn amadekirin dê bêne nîşandan.
Xelata Ahmet Şikî
Di fûarê de ji bo rojnamegerê di girtîgehê de, Ahmet Şikî xelata “Wêrekê Rojnamegeriyê” dê bê dayin.
(GK/HK/MB)