Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Xelata Nobelî eşkere kir ku profesorê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Richard Thaler dê Xelata Nobelî ya Ekonomiyê bistîne.
Profesorê ku li Zanîngeha Chicagoyê dersan didedê bi lêkolîna xwe ya li ser “ekonomiya hewildanan” xelata navborî bistîne.
Xelata Nobelî ya Aştiyê
Lijneya Xelata Nobelî ya Norwêcê biryar da ku îsal Xelata Nobelî ya Aştiyê ICAN(Kampanyaya Tinekirina Çekên Nûkleerî) dê bistîne.
ICAN hewil dide eşkere bike ku bikarhênana çekên Nûkleerî zîyaneka mezin digihîne mirovan û divê bi girêbestan çêkirina çekên Nûkleerî bêne sekinandin. Lijneya xelatê dê ji ber van hewildanên ICANê xelatê bide wê.
Îsal Lijneya Xelata Nobelî xelat neda ti jinan.
Xelata Nobelî ya Edebiyatê
Xelata Nobelî ya Edebiyatê îsal nivîskar û senaryonivîsê Kazuo Ishiguro dê bistîne. Ishiguro nivîskarek e ku bi eslê xwe ji Japonyayê ye û welatiyê Brîtanyayê ye.
Di sala 2016ê de heman xelat stranbêj û nivîskarê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Bob Dylanî standibû.
Ishiguro romanên xwe bi zimanê Ingilîzî dinivîse, Komara Timesê li lîsteya 100 romanên herî baş ên bi Ingilîzîyê hatîn nivîsîn navê romana wî ya Never Let Me Go (Ti caran dest ji min bernede, nehêle biçim) jî nivîsîbû.
Ishiguro dê dê ji bilî xelata zêrîn 1,1 milyon dolaran jî bistîne.
Xelata Nobelî ya Kîmyayê
Xelata Nobelî ya Kîmyayê Jacques Dubochet, Joachim Frank û Richard Henderson stand.
Lijneya Nobelî ya Akademiya Qiralîya Swêdê eşkere kir ku hersê zanyaran Mîkroskopek çêkiriye ku hersê berên(dirîjî, firehî û kûrayî) Kîro-Elektron nîşan dide.
Ji sala 1901ê heta niho 175 zanyaran Xelata Nobelî ya Kîmyayê standiye.
Xelata Nobelî ya TIBê
Xelata Nobelî ya Tibê îsal sê zanyarên ji Amerîyê yên li ser rîtma laşê mirovîn xebitîn stand. Xwedanên xelatê Jeffrey Hall, Michael Rosbash û Michael Young in.
Navê xwediyên xelatê Enstîtûya Karolinskayê ya li Stokholmê eşkere kir.
Enstîtûyê daxuyand:
“Zanyaran bi xebatên xwe yên li ser rîtma bîyolojîk a nebat, heywan û mirovan û guherînên wan ên bingehîn” xelat standiye.
Hersê zanyar dê madalya û sertîfîkayên ku bihayê wan 940 hezar euro ne dê bistînin.
Par Yoshinori Ohsumiyê Japonî heman xelat standibû.(YY/MB)